ŞIRNEX - Mînîbusek li barhilgirekê qelibî: Miriyek û birîndarek hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê mînîbusek li barhilgireke ku paş de dihat qelibî.

Di encama qezayê de, kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, mînîbusa ku Yunus Uca diajot li barhilgirekê qelibî.

Di bûyerê de ajokarê otomobîlê û Ebdulezîz Gasyakê ku ew jî di mînîbusê de bû birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan birîndaran veguhezt Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Ji birîndaran Ebdulezîz Gasyak tevî hemû midaxeleyan canê xwe ji dest da.