Li Herêma Kurdistanê hişyariya barana gur û lêhiyê hat dayîn

10-11-2023
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê Barana Gur Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Keşnasiyê ji bo piraniya bajarên Başûrê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

Saziya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê ji bo 48 demjimêran pêşbîniya hewayê parve kir.

Li gorî pêşbîniya saziyê, sibe li piraniya bajarên Başûrê Kurdistanê dê hewa bi ewr be.

Sibe li piraniya navçeyên Başûrê Kurdistanê hewa dê ewravî be lê di germahiyê de cudahî çênabe.

Pisporê keşnasiyê yê Îraqê Elî Cabir Zeydî ji Rûdawê re ragihand ku nîvê hefteya bê pêleke baranê dê li Îraqê bibare û dibe ku lehî rabe.

“Dê di navbera 15 û 20 mmyan de baran bibare”

Pisporê keşnasiyê yê Îraqê Elî Cabir Zeydî anî ziman:

“Dê baranên gur, roja rekşemê li rojavayê Îraqê, bajarokên Rutba û Qaîmê yên parêzgeha Enbarê, li Şingalê û parêzgeha Mûsilê dest pê bike.

Li piraniya deverên Îraqê û bi taybetî li Hewlêr û Silêmaniyê, dê di navbera 15 û 20 mmyan de baran bibare.”

Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê, li herêmê dê heta roja pêncşemê baran bibare û piştî wê hewaya sar bi bandor bibe.

Di destpêka vê mehê de pêleke baranê piraniya Herêma Kurdistanê girtibû.

Li Hewlêrê nêzîkî 25 mm, li Silêmaniyê 19 mm, li Dihokê nêzîkî 13 mm û li Helebceyê jî nêzîkî 10 mm baran bariya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst