Bedlîs; Termê zarokê 11 salî ku bi hariyê canê xwe ji dest da hat veşartin

10-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê termê zarokê 11 salî Mustafa Erçetîn ê ji ber geztina kuçikên bêxwedî bi nexweşiya hariyê ketibû û paşê canê xwe ji dest dabû, îro li gundê xwe hat veşartin.

Berî çend rojan li navçeya Adilcewaz a parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 11 salî bi navê Mustafa Erçetîn di encama geztina kûçikên bêxwedî de bi hariyê ketibû û ew rakiribûn nexweşxaneya bajêr û piştre bo Nexweşxaneya Zarokan a Îhsan Dogramacî ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqerê.

Mustafa Erçetîn ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin, doh ji ber dijwariya nexweşiya hariyê canê xwe ji dest da.

Cenazeyê Erçetîn ê 11 salî ku di beşa lênêrînê ya giran a Nexweşxaneya Zarokan a Îhsan Dogramacî ya Zanîngeha Hacettepeyê de dihat ragirtin, îro radestî malbata wî hat kirin.

Cenaze îro bi balafirê ji Enqerê şandin Balafirgeha Mûşê û ji aliyê xizmên wî ve hat wergirtin û bi wesayîta cenaze ya Şaredariya Adilcewazê birin gundê Goldûzûyê.

Li gund nimêja cenaze li ser cenazeyê Erçetîn hat xwendin û piştre termê wî zarokê 11 salî li goristana gund hat veşartin.

Ekîbên tendirustiyê ku bi cenaze re çûbûn gund, ji ber têkçûna rewşa tendirustiya hejmarek ji xizmên wî zarokî, midaxale kirin.

Qeymeqamê navçeyê Îsmaîl Demîr, Rêveberê Perwerdeya Bedlîsê Mehmet Emîn Korkmaz û gundî beşdarî merasîma cenaze bûn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst