Şahidê Komkujiya Dêrsimê Bego Polat koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji şahidên Komkujiya Dêrsima ya salên 1937 û 1938an, Bego Polat ku 93 salî bû li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê koça dawî kir.

Rose Agum keça Bego Polat ragihand ku roja Çarçemê 9ê Mijdara 2022ê bavê wê koça dawî kiriye û got: “Bavê min, BEGOyê birîndar em bicîh hiştin.”

Bego Polat (Begê Hesenê Demeniz) yek ji şahidên Komkujiya Dêrsimê ya salên 1937 û 38an bû û di belgefîlma Tora Medyayî ya Rûdawê ya bi navê “Domane 38” de cih girtibû.

Di hevpeyvîna ligel Rûdawê de Bego Polat gotibû, dema ew zarok bû ji gundê xwe bo cihê komkujiyê hatiye birin û li wê derê hatine gulebarankirin û piştre jî ew avêtine Çemê Harçikê. Bego Polat di vê komkujiyê de tiliyek wî jê bûye û piştî ku demekê li ber avê çûye rizgar bûye.

Bego Polat ji bo wê demê gotibû: “Usenê Ivraim, Rayver û Xidê Alê Qol hebûn, destên wan bi hev ve hatibû girêdan. Ravyer çog danîbû. Usenê Ivraim destê xwe danî ser milê wî û got dê pîrê min netirse îro roja Imam Huseyne, were gel min bo xwîna me tevlî hev bibe.”

Tora Medyayî ya Rûdawê derbarê Komkujiya Dêrsimê de belgefîlmek bi navê “Domane 38” berhem aniye ku di sala 2021an de hat weşandin.

Di belgefîlmê de kesên ku ji Komkujiya Dêrsima ya sala 1938an rizgar bûne û hinek tişt bi çavê xwe dîtine behsa wan roaj dikin.