HPG: Fermandarek û gerîlayeke me li Heftanînê canên xwe ji dest dan

10-11-2022
RÛDAW
Nîşan PKK HPG Heftanîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – HPG baskê çekdarî yê PKKê ragihand, du endamên wê yên jin ku yek ji wan fermandar e, li navçeya Heftanînê canên xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyekê de HPGê nasnameya du endamên xwe yên jin ku li Heftanînê di operasyona artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane, aşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya HPGê ragihandiye, roja 17ê Îlona 2022an piştî şer û pevçûnên dijwar, du endamên wan birîndar dibin û ji bo nekevin destê hêzên Tirkiyê bombe bi xwe ve teqandine.

Di daxuyaniyê de nasnameya her du endamên jin ên HPGê hatiye aşkerekirin û tê gotin, “Fatma Erener” bi nasnasê “Ciwana Cûdî” ji Şirnexê û “Zeynep Gunden” bi nasnavê “Amara Cûdî” ji Stenbolê di encama wê çalakiyê de canên xwe ji dest dane.

HPGê ragihandiye, Fatma Erener sala 2014an tevlî refên wan bûbû û Fermandara YJA Starê (baskê jinan a PKK) bûye, herwiha li navçeya Heftanînê roleke wê ya çalak hebûye. Li gor HPGê, Zeynep Gunden jî sala 2015an tevlî refên PKKê bûbû.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2020an li sînorê qezaya Zaxo ya ser bi parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê ve li dijî PKKê operasyonek bi navê Pence Kaplan dabû destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst