Li Bakurê Kurdistanê şerê malbatan; 2 kes hatin kuştin

10-11-2022
RÛDAW
Nîşan Riha Şerê Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pirsûsê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve di navbera du malbatan de şerê bi çekan derket û di encam de 2 kesan canên xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Li Taxa Demokrasî ya Pirsûsê şeva bihorî di navbera du malbatan de ku berê pirsgirêkên wan hebûn şerê bi çekan derket.

Di şer de Cîhan û Mehmet Kayhan ên pismamê hev û Îbrahîm Altay birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî bo cihê bûyerê hatin şandin û birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsusê hatin veguestin.

Lê tevî hemû hewldanên pizîşkan Cîhan û Mehmet Kayhan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan û Altay hê di jêr çavdêriya pizîşkan de ye. Piştî bûyerê polîsan li navçeyê dest bi lêkolînê kirin û derbarê kesên beşdarî şer bûne de dest bi lêgerînê kirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst