Mazlûm Kobanî: Tirkiye dixwaze bi rêya HTŞ armancên xwe pêk bîne

10-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî dibêje, “Tirkiye dixwaze bi rêya Heyet Tehrîr El-Şam, siyaset û armancên xwe pêk bîne.”

Ji aliyê Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) li Şehbayê bi navnîşana “Na ji nêzîkbûna rejîmên Tirkiyê û Sûriyê bi terorîstên Heyet Tehrîr El Şam re, belê ji Sûriyeya demokratîk re” komxebatek birêve çû. Fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî jî bi aweyeke online beşdarî komxebatê bû û behsa armancên Heyet Tehrîr El Şam li ser herêma Efrînê û nêzîkbûna Tirkiyê bi hikumeta Şamê re kir.

Mazlûm Kobanî ragihand, piştî 4 salan ji dagîrkirina Efrînê, dewleta Tirkiyê ji bo dagîrkirina hinek navçeyên din ji Sûriyê dixwaze bi rêya Heyet Tehrîr El-Şam, siyasetên xwe derbas bike û armancên xwe pêk bîne.

Kobanî got:  "Dagirkeriya Tirkiyê îro planên xwe bi rêya rêxistina El Qaîdeyê ku Heyet Tehrîr El Şam nûnertiya wê dike, mayînde dike. Ji bo dagirkirina herêmên din ên Sûriyê jî alîkariyê jê dixwaze. Lê belê tiştê ku ji cîhanê re dixuye; ew şerê terorê dike. Ev tenê xapandina cîhanê ye, divê em teşhîr bikin. Efrîn ne tenê ji aliyê dagirkeriya Tirk iyêve, lê belê bi komployeke mezin a ji aliyê hemû welatên cîhanê ve hat dagirkirin. Mijar ne tenê leşkerî bû."

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha nêzîkbûna di navbera herdu hikûmetên Sûriye û Tirkiyê de red kir û got, eger pêwendiyên wan baş bibin, ev tê wê wateya ku hikûmeta Sûriyê ji kiryarên Tirkiyê û dagîrkirina wê razî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst