Tirkiyê 11 gundên Til Temir û 3 gundên Zirganê topbaran kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên hikûmeta Tirkiyê îro û duh bi dehan gund li herêma Şêrawa ya Efrînê û gundewarên Til Temir û Serê Kaniyê topbaran kirin. Hêzên Tirkiyê 11 gundên Til Temirê, 3 gundên Zirganê, û 2 gundên nahiyeya Şêrawa topbaran kirine. Di encamê de, pîremêrekî 65 salî û serbazekî Sûrî birîndar bûn.
Careke din hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê topbarankirina navçeyên hevsînor ligel hêzên HSD û hikûmeta Sûriyê li bakur û rojhilatê Sûriyê berfireh kirine. Herdû rojên Çarşem û Pêncşemê, bi dehan gund li veranserî navçeyên sînorî tastî topbaranê hatine.
Roja pêncşemê, 10ê mijdarê, hêzên Tirkiyê herdu gundên, Meyasê û Bênê li devera Şêrawa ya Efrînê topbaran kirine. Roja Çarşemê jî, hêzên Tirkiyê 11 gundên Til Temirê, û 3 gundên Zirganê topbaran kirin û di encamê de pîremêrekî 65 salî û serbazekî Sûrî birîndar bûn.
Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurd a Sûrî Gêlo Îsa, ku beşeke ji Rêveberiya Xweser e ji Rûdawê re got, Tirkiyê şêwazê êrîşên xwe guhertiye, û daxwaz li welatên garantor kir ku van êrîşan bo ser navçeyê rawestînin.
Gêlo Îsa daxwaz li Welatên garantor kir ku êrîşên Tirkiyê rawestînin.
Navçeyên hevsînor ligel herdu herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî, ku ji sala 2019ê ve ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagîrkirin, dikevin çarçoveya rêkeftina agirbestê ku bi razîbûna Tirkiyê, Amerîka, Rûsya û HSD jî hatibû ragihandin, lê tevî wiha jî, ew navçe bi şêweyekî berdewam rastî topbaranê tên.