Tirkiyê 11 gundên Til Temir û 3 gundên Zirganê topbaran kirin

10-11-2022
Hisên Omer
Di topbarana Til Temirê de serbazekî Sûriyê birîndar bûye
Di topbarana Til Temirê de serbazekî Sûriyê birîndar bûye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên hikûmeta Tirkiyê îro û duh bi dehan gund li herêma Şêrawa ya Efrînê û gundewarên Til Temir û Serê Kaniyê topbaran kirin. Hêzên Tirkiyê 11 gundên Til Temirê,  3 gundên Zirganê, û 2 gundên nahiyeya Şêrawa topbaran kirine. Di encamê de, pîremêrekî 65 salî û serbazekî Sûrî birîndar bûn.

Careke din hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê topbarankirina navçeyên hevsînor ligel hêzên HSD û hikûmeta Sûriyê li bakur û rojhilatê Sûriyê berfireh kirine. Herdû rojên Çarşem û Pêncşemê, bi dehan gund li veranserî navçeyên sînorî tastî topbaranê hatine.

Roja pêncşemê,  10ê mijdarê, hêzên Tirkiyê herdu gundên, Meyasê û Bênê li devera Şêrawa ya Efrînê topbaran kirine. Roja Çarşemê jî, hêzên Tirkiyê 11 gundên Til Temirê, û 3 gundên Zirganê topbaran kirin û di encamê de pîremêrekî 65 salî û serbazekî Sûrî birîndar bûn.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurd a Sûrî Gêlo Îsa, ku beşeke ji Rêveberiya Xweser e ji Rûdawê re got, Tirkiyê şêwazê êrîşên xwe guhertiye, û daxwaz li welatên garantor kir ku van êrîşan bo ser navçeyê rawestînin.

Gêlo Îsa daxwaz li Welatên garantor kir ku êrîşên Tirkiyê rawestînin.

Navçeyên hevsînor ligel herdu herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî, ku ji sala 2019ê ve ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagîrkirin, dikevin çarçoveya rêkeftina agirbestê ku bi razîbûna Tirkiyê, Amerîka, Rûsya û HSD jî hatibû ragihandin, lê tevî wiha jî, ew navçe bi şêweyekî berdewam rastî topbaranê tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst