Hikûmeta Sûriyê dorpêç xistiye ser herêma Şehbayê

10-11-2022
RÛDAW
Nîşan Til Rifet Şehba
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyê herêma Şehbayê li bakurê rojhilatê Helebê dorpêç kiriye û astengiyên tund li pêş gihandina sotemenî, derman û xwarinê ji bo navçeya Şehbayê derxistine.

Li gor zanyariyên Rûdawê ku ji çavkaniyên xwecihî bidest xistine, ew 20 roj in hikûmeta Sûriyê rêya di navbera bajarê Helebê û herêma Şehbayê de girtiye.

Di encama dorpêçê de, pêdiviyên sereke yên jiyanê li wê navçeyê pir kêm û buha bûne.

Ji ber astengiyên ku rêbendên hêzên hikûmeta Sûriyê û milîsên hevpeymanên wê li pêş gihandina pêdawîstiyên jiyanê bo navçeya Şehbayê derdixînin, nişteciyên navçeyê û koçberên Efrînî yên ku li herêmê bicih bûne, rastî krîzeke mezin hatine.

Li gor zanyariyan, zêdetirî 20 rojan e ku hêzên hikûmeta Sûriyê rê nadin weke pêwîst xwarin, derman û sotemenî derbasî navçeya Şehbayê bibin.

Herwiha hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve bacê li ser barhilgiran ferz dikin û dest datînin ser otomobîlên welatiyan.

Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji navçeyê bidest xistine, rêbendên hikûmeta Sûriyê rê didin tenê derdora %10 ji sotemeniya pêwîst derbasî navçeyê bibe, herwiha rê bi derbasbûna tenê %25 ji gaza malan bo navçeyê didin.

Herwiha li gor zanyariyên ku Rûdawê roja Çarşembê 9ê Mijdara 2022an ji çavkaniyekê ji nav bajarê Til Rifetê wergirtine, 1 Lître benzîn bi 9000 Lîreyên Sûrî, 1 Lître mazot bi 7000 Lîreyên Sûrî, 1 tuba gaza malan bi 80000 Lîreyên Sûrî û 1 Kîlo şekir bi 5500 Lîreyên Sûrî ye.

Parêzer Şiyar Elî ku xelkê herêma Efrînê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ev pirsgirêk salane tê derxistin.

Şiyar Elî go jî ku pirsgirêkê li pêş nexweşan jî tên derxistin û helwesta hikûmeta Sûriyê ya di vê derbarê de rexne kir.

Hêzên hikûmeta Sûriyê astengiyan li pêş derbasbûna derman, keresteyên xwarin û vexwarinê û herwiha jî çûn û hatina hevwelatiyan derdixin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst