Mezlûm Ebdî: Ji Erdogan re hatiye gotin Amerîka êrîşa dijî me qebûl nake

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku Tirkiye bêyî razîbûna hêzên navdewletî êrîşî Rojavayê Kurdistanê nake û dibêje, Amerîka û Rûsyayê ji wan re gotine ku qebûl nakin Tirkiye operasyonekê dijî me bike.

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de ligel malpera El Monitor ku îro Çarşembê 10ê Mijdara 2021ê hatiye belavkirin, behsa gefên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dike yên derbarê pêkanîna operasyoneke serbazî de dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk.

Mezlûm Ebdî dibêje: “Erdogan herdem hewl daye piştgiriya aktorên navdewletî bidest bixe berî ku li vê derê destêwerdana serbazî bike. Ew pêdagir e li ser wêya ku destêwerdanê dike û her pêdagir jî dibe, bi vî karî dixwaze zemînê ji operasyonekê re çêbike, bi her awayî niha li Bakurê Rojhilatê Sûriyê rewş cuda ye û balans guherî ye, berê ti rêkeftinek di navbera hêzên cîhanî de nebû, ne berî êrîşa Serê Kaniyê ya Cotmeha 2019 û ne jî berî êrîşa ser Efrînê di Çileya 2018an de. Lê niha du rêkeftin hene, rêkeftina navbera Erdogan û Vladimir Putin ku li Soçiyê hat îmzekirin, ligel wê rêkeftina navbera Amerîka û Tirkiyê ya li Enqerê di dema operasyona ser Serê Kaniyê de. Bi baweriya min heta Tirkiye rizamendiya Rûsya yan Amerîkayê bidest nexe, Erdogan nikare gaveke wiha biavêje. Li gor zanyariyên min jî heta niha razîbûneke wiha nîne.”

Li ser pirsa gelo Rûsya û Amerîkayê ti garantiyek dane HSDê, Mezlûm Ebdî dibêje: “Belê, Amerîkayê piştrastbûneke wiha daye, bi fermî bo me hatiye dayîn, Amerîkayê got li dijî ne û bi ti êrîşeke ji aliyê Tirkiyê ve li dijî we razî nabin. Ew berpirsên Amerîkî yên ku em ligel wan axifîn, amaje bi cezayên Kongresê bo ser Tirkiyê jî dan, wan em agahdar kirin ku di civîna dawî ya navbera Erdogan û Serok Joe Biden de, ji Erdogan re hatiye gotin ku Amerîka ti êrîşeke dijî me qebûl nake. Rûsan jî herwiha ji me re gotin ku ti rêkeftinek ligel Tirkiyê nekirine. Herçiqas gotin dibe hêzên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ji dêlva artêşa Tirkiyê ve êrîşê ser we bikin, ya rast wan tarîxek da me. Divabû ew roja 5ê Mijdarê êrîşî me bikin, lê tiştek neqewimî.”

Wek Fermandarê HSDê dibêje, biryar bû li navçeyên Til Refet, Serê Kaniyê û Girê Spî êrîşî wan bikin û dibêje: “Wek min got, nebawer im êrîşa Tirkiyê di vê rewşa niha de çêbibe. Ligel wê jî, Rûsan ji me re gotin ku ji Tirkan re gotine êrîşa dijî me qebûl nakin. Lê ew nikarin diyar bikin ka hêzên Tirkiye piştgiriya wan dike dê çi bikin. Wan gotin ku êrîşa wan jî qebûl nakin, lê divê temaşe bikin ka li ser erdê çi diqewime.”

Mezlûm Ebdî helwêsta Rûsyayê zêdetir zelal dike û dibêje Rûsan gotine ti gumanek têde nîne ku ew bihêlin Tirkiye êrîş bike, lê grûpên çekdar ên Tirkiye piştgiriya wan dike dibe bêyî razîbûna Tirkiyê jî êrîş bikin û dibêje: “Lê em di wê baweriyê de ne ku grûpên çekdar ên Tirkiye piştgiriya wan dike qet dest bi êrîşekê nakin eger Tirkiye raste rast beşdar nebe.” Herwiha dibêje: “Dibe Erdogan êrîşekê dijî me bike daku li navxwe pêgeha xwe qayîm bike, loma em gefan ciddî werdigrin û hemû tedbîrên pêwîst jî werdigrin, wiha tevdigerin ku Tirkiye li dijî me operasyonekê pêk tîne.”

Fermandarê HSDê behsa DAIŞî jî li Sûriyê dike û dibêje: “DAIŞ li hemû Sûriyê çalak e, rewşa necîgir a aborî bandorê li xebata me ya dijî DAIŞê dike, şiyana wan a bidestxistina axê zêdetir girêdayî rewşa aborî ya Sûriyê ye, hejmareke zêde ya xelkê bêkar in û hejarî berbelav e, ev hemû faktor desthilata rêveberiya me kêm dikin, DAIŞ sûdê ji vêna dibîne. Lewra hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û hemû hêzên dijî terorîzmê kar dikin, divê gavên yekser derbarê rewşa aborî ya vê derê de biavêjin.”

Derbarê danûstandinên ligel hikûmeta Sûriyê de jî, tekez dike ku heta niha kes neçûye Şamê bo ti awayekî danûstandinê û herwiha ti danûstandineke ciddî jî ligel Şamê nebûye û dibêje: “Hinek peywendî hebûn, lê ti civînek negihişte encamekê bo danûstandinê. Ji ber Şam ji vê yekê re ne amade ye, ligel wêya dibêjin vegera berî 2011an nabe lê nerîna wan wek xwe ye û neguherî ye. Divê guşar lê bê kirin, ligel wê jî pirsgirêka baweriyê heye, bi taybetî bo Şamê.”

Herwiha behsa naveroka civînan û mercên Şamê dike jî û dibêje: “Ew dibêjin em dewletê di nav dewletê de naxwazin, ti artêşekê di nav artêşê de naxwazin, daxwazeke me ya wiha nîne, projeya me otonomî ye û em niha cîbicîh dikin. Ew garantiyê ji me dixwazin li ser wan metirsiyên ku min behs kirin, qutkirina peywendiyan ligel Amerîkayê ne mercê wan ê pêşwext e, mercê wan ê pêşwext yekparçeyiya Sûriyê ye ku parçekirina wê nayê qebûlkirin, parastina ala wê, sînorên wê, serok û serweriya wê. Em dikarin garantiyê li ser wan hemû xalan pêşkêş bikin, lê divê bo danûstandinên ligel me yên li ser otonomiyê amade bin.”

Mezlûm Ebdî dibêje: “Peywendiya me ligel Rûsyayê baş e, di du salên derbasbûyî de hevahengiya me hebû di çarçoveya rêkeftina Soçî de, pirsgirêk bêyî Rûsyayê nayê çareser kirin, em di wê baweriyê de ne Rûsya dikare zêdetir were pêş û guşara zêdetir bixe ser rejîmê.”