Mela Bextiyar: Ez ji namerdtirîn plana jehrîkirinê rizgar bûm

10-11-2021
RÛDAW
Nîşan Mela Bextiyar Jehrîkirin YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mela Bextiyar jehrîkirina xwe wek “namerdtirîn plan” binav dike û dibêje, “cezayê meşrû çaverêyî tawanbaran e.” Ew serkirdeyê YNKê roja şemiyê vedigere Herêma Kurdistanê.

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir.

Mela Bextiyar dibêje, “Ez ji namerdtirîn plana jehrîkirinê rizgar bûm, tenê serşorî û cezayê rewa çaverêyî tawanbaran e. Bêguman ti caran ez dest ji mafên xwe bernadim.”

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê dibêje, ew tawana li beramber wî hatiye kirin, “tenê ji ber wê yekê ye ku ti tawaneke min nebûye û nîne, ji ber wê ye ku ne gendel im, ji ber wê yekê ye ku ne kesekî alîgir im, ji ber wê ye ku nabim koleyê pile, paye û pare.”

Mela Bextiyar behsa wê jî kiriye, “Eger ez bê helwest bûma, niha jî dibûm xwediyê kompanya û bi hezaran donim erdê heram.”

Piştî wergirtina çareseriya pizîşkî li Almanyayê, biryar e Mela Bextiyar, roja şemiyê (13/11/2021) demjimêr 14.30 bigihije Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê û bi gotina wî “di merasîmeke girseyî de pêşwazî lê tê kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst