Abdullah Keskîn: Bes e êdî çi ji miriyan dixwazin!

10-11-2020
RÛDAW
Abdullah Keskîn
Abdullah Keskîn
Nîşan Abdullah Keskîn Abdulhamît Keskîn Kurd Gerîla Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê cenazeyê gerîlayekî ku beriya 25 salan canê xwe ji dest daye, jib o cihek din hate veguhastin û karvedanên cuda li pey xwe anîn. Birayî wî gerîlayî Abdullah Keskîn jî dibêje, “Ev 25 sal in 3 caran birayê min dikujin. Ji xwe travmeyeke gelek mezin e ji bo malbatê. Bes e êdî çi ji miriyan dixwazin.”

Fermandarê Fermandariya Cendirme li bajarokê Nisêbînê di daxuyaniyekê de daxwaz ji şaredariya wî bajarokê kiribû, ku gora Abdulhamît Keskîn ku di 1995an de canê xwe ji dest daye, bê veguhastin.

Piştî wê yekê malbata Keskîn hatiye agadarkirin û bo goristana Mohrîs hatiye veguhastin û tenê rê bi dê û bav û xwîşk û brayên wî hatiye dayîn ku beşdarî veguhastina gorê bibin.

Di nivîsa fermî de hatiye ku kesekî bi navê Bilal Karakaş gilî kiriye û amaje bi wê yekê daye ku, xelk weke ziyaretgehekê serdan dikin, ji ber vê yekê daxwaza veguhastina wê hatiye kirin.

Birayê Abdulhamît Keskîn, Abdullah Keskîn ê xwediyê weşanxaneya Avestayê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ziyana wê gorê li ti kesekî nebû û cihê kesekî jî negirtibû.

Keskîn diyar kir ku ev çend caran weha li serê wan dikin û her carekê tiştekî dikin û careke din kul û kesera wan tev didin û weke ku birayê wan duh ji nava wan çû be, birînên wan taze dibin û dibêje,  ew nizane çi ji miriyan dixwazin!

Keskîn dibêje, “Birayê min Abdulhamît di 19 saliya xwe de çû çiya beşdarî şer bû. Heta nîvê 95an haya me ji hev hebû, piştî 95an haya me jê neme. Behara 95an muxtarê gundê ku lê hatibû veşartin hat mala me û got werin cenazeyê xwe bibin.”

Li gor gotina Keskîn, biryarê wî Abdulhamtî ku bi navê Tîrêj dihat naskirin, “ketibû kemînê û birîna wî jî gelek ne xedar bû û ji ber ku kesekî midaxeele nekiribû canê xwe ji dest dabû û li wî gundî hatibû veşartin.”

Abdullah Keskîn behsa proseya veguhastina gora birayê xwe ji wî gundî dike û dibêje, “hinek çûyîne gilî kirine, ti sedem tune bûn ti kes ji wê gore aciz be, lê dawiyê biryar dayîne ku rakin. Jibilî dayik, bav û xwîşkan min rê nedan ti kes din amade be.”

Keskîn nerazîbûna xwe jî tîne ziman û dibêje, “Ev 25sal in 3 caran birayê min dikujin. Em dizanin mesela cenaze hemû nasnameya xwe li pey xwe dihêle û hurmetê heq dike, ev qaîdeyek e. Ji xwe travmeyeke gelek mezin e jib o malbatê, lê her carekî tiştek dibe ji ya berê mezintir dibe. Bes e êdî çi ji miriyan dixwazin. Em jî mixabin wek milet di van mijaran de ne hesas in. Niha bi deh hezaran însan bêserûşûn in û cihek wan jî tune ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst