Serokwezîrê Holenda: Mesrûr Barzanî dixwaze herêma xwe bike herêmeke pêşenga çandiniyê li navçeyê

10-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Lahay li gel Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte civiya û bihêzkirina peywendiyên Kurdistan û Holenda û hevahengiya herdu aliyan di warên çandinî û emnî de gotûbêj kirin. Serokwezîrê Holendayê ji Rûdawê re got, Mesrûr Barzanî “dixwaze herêma xwe bike herêmeke pêşenga çandiniyê li navçeyê.”

Wezîrê Pilandanînê û Serokê Desteya Weberhênanê ji endamên şanda li gel Serokwezîrê Kurdistanê ne, ku duh ji bo geştekê ber bi Ewropayê ve birêket.

Derbarê civîna li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, Mark Rutte ji Rûdawê re ragihand: “Civîneke pir baş bû, we serokwezîrekî bêhempa heye. Me dostatiyeke baş heye, bêguman me di destpêka îsal de li Munchenê hevdu dît, bi taybet em li ser wê yekê axivîn ku bi çi awayî hevkar bin di warê çandiniyê de û di warê aboriya giştî de, bêguman me behsa hevkariya xwe kir derbarê rewşa giştî ya Iraqê de, lê belê bi taybetzêdetir fokusa me li ser rewşa bakurê Iraqê bû li Hewlêrê.”

Bi gotina Mark Rutte, di civînê de zêdetir behsa sektora çandiniyê hat kirin. Rutte di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand, “çimku em duyemîn hêza mezin a hinardekar in di warê çandiniyê de. Ez dizanim û baweriya min ev e ku armanca serokwezîrê we ev e ku dixwaze herêma wî bibe herêmeke pêşeng di warê çandiniyê de.”

Serokwezîrê Holendayê di twîtekê de jî têkildarî civîna li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daye xuyakirin, Holenda û Herêma Kurdistana Iraqê peywendiyeke wan a karkirinê ya baş li çend cihan heye. Di civîna xwe ya li gel Serokwezîr Barzanî de, me çend mijarên weke pirsên emnî li navçeyê, koç û geşepêdana bi peywendiyên du alî di warê çandiniyê de kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di derbarê serdana Mesrûr Barzanî bo Holendayê de, daxuyaniyek weşandiye û têde ragihandiye, ku serokwezîr hewl dide sûdê ji pisporiya welatên Ewropayê werbigre, ji bo pêşxistina aborî û weberhênanê, ew jî ji bo bihêzkirina aboriya Herêma Kurdistanê ye.

Holenda piştî Amerîkayê duyem welat e li cîhanê ku zêdetirîn şînkayî û mêweyên taze dişîne Ewropayê.

Herwiha Holenda bi gulên xwe gelekî navdar e, ji wî welatî li seranserê cîhanê gulên sirûştî têne belavkirin, hemû cîhan sûdeke mezin ji ezmûna çandiniyê ya Holendayê werdigirin û anîna ezmûna Holendayê ji bo Kurdistanê dê gelekî sûdmend be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst