Pêşmerge: Çiyayê Qereçûxê li Mexmûrê hat bombebarankirin

10-11-2019
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Pêşmerge Mexmûr Çiyayê Qereçûx DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarekî Hêza Pêşmerge li sînorê Mîhwera Mexmûr-Guwêr dibêje, tevgera çekdarên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê zêde bûye û diyar kir, îro jî baregehên DAIŞê li bakurê navçeya Mexmûrê hatin bombebarankirin.

Berpirsê Mîhwera Mexmûr-Guwêr a Hêza Pêşmmerge, Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand: “Îro demjimêr 09:15 firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê, hejmarek veşartgeh û binkeyên çekdarên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê li sînorê navçeya Mexmûrê ku dikeve başûrê parêzgeha Hewlêrê, bombebaran kirin.”

Sîrwan Barzanî got, “ji ber bombebaranan zirar gihîştiye çekdarên DAIŞê lê belê zirar bi temamî nehatine zelalkirin.”

Wî fermandarê Hêza Pêşmerge behsa wê yekê jî kir, ku bombebarankirina binke û baregehên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê piştî wê yekê hat, ku di wan demên dawî de tevgerên çekdarên wê rêxistinê li navçeyê zêde bûbûn.

Herwiha Berpirsê Operasyonan li Mîhwera Şeş a Mexmûrê ya Hêza Pêşmerge, Eqîd Sirûd Salih jî da xuyakirin, hejmara çekdarên DAIŞê li vê sînorê zêde bûye û tekez kir, çekdarên DAIŞê sûdê ji şikeftên çiyayê Qereçûxê werdigirin û wan şikeftan ji xwe re dikin binke û sitargeh.

Duh Şembiyê jî, Hêzên Pêşmerge li navçeyên Pelkane û Xerayan ên li herêma Germiyanê operasyonek pêk anîbûn û di encamê de 50 çekdarên DAIŞê kuştibûn. Herwiha di heman operasyonê de bi gotina fermandarekî Hêza Pêşmerge, 7 şaneyên DAIŞê hatin têkbirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, di heyama 2 mehên dawî de çekdarên DAIŞê êrîşên xwe li deverê zêde kirine, ku di encama wan êrîşan de 5 kesên sivîl canê xwe ji dest dane û 4 jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst