Ji ber nexweşiyeke çandiniyê cotkarên Berwarî rastî ziyanê hatin
Duhok (Rûdaw) - Devera Berwarî ya Duhokê bi berhemanîna sêvan navdar e; kalîteya wan seven ku li vê derê tên berhemanîn gelekî baş e, lê îsal ji ber keş û hewa hatiye guhertin û nexweşiyek peyda bûye, kalîteya wan têk daye û zerareke zêde gehandiye cotyar û baxvanan.
Kesên di warê baxevaniyê de xwedan ezmûneke baş in dibêjin, yekem car e berhemê sêvan wiha bibînin û gelekî kêm dibînin.
Dervarê vê yekê de baxvan Silêman Taha wiha axifî: “ Temenê min 55 sal e, lê yekem car e ez dibînim wiha li sêvan hatiye. Îsal ji hemû salan cudatir e. Berê li hinek baxan an jî hinek gundan nexweşî hebû, lê îsal li tevahiya herêmê heye.`
Ji xeynî nexweşiyên kiştûkalî, bordûmanên Tirkiyê jî bo ser pêgehên PKKê gefeke din in li ser berhemên wan. Hinek ji baxvanan ji ber bordûmanê nikarin biçin nav baxên xwe û ji nêzîk ve xizmeta wan bikin.
Derbarê bardûmanên Tirkiyê d ejî Silêman Taha got: “Li gelek devar ji ber tirsê xelk nikarin herin nav gund xwe. Gelek caran xelk, herêmê çûna nav milkê xwe lêbel, bûna armanca êrişan û şehîd bûne.”
Beşek ji cotyar û baxvanan di wê baweriyê de ne ku sedema serekî ya vê nexweşiyê keş û hewa ye ji ber hatiye guhertin; herwiha ligel ava kêm, germa jî bûye sedem ku sêv berî dema xwe mezin bibin û piştre jî teyrokê zerar gihandiye wan.
Muxtarê Gundê Cedîduk û baxvan Emanuel Ziya jî got yek ji sedemên nexweşiyê havîna îsal zêde germ bû û baran jî kêm bariya.
Salane çendîn ton sêv ji baxên devera Berdwarî ya Duhokê tên berhemanîn, lê îsal ji ber vê nexweşiyê ti berhemekî wiha yê hinek bexçeyan nebûye.