Firokeyên hevpeymanan pêgehên DAIŞê li çiyayê Qereçûx bordûman kirin

10-11-2018
RÛDAW
Firokeyên Hevpeymaniya 9 caran navendên DAIŞê bordûman kirin
Firokeyên Hevpeymaniya 9 caran navendên DAIŞê bordûman kirin
Nîşan DAIŞ Hevpeymanî Çiyayê Qereçûx
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê, li Çiyayê Qereçûx ê nêzîk navçeya Mexmûr bingehên DAIŞê bombebaran kirin.

 

Fermandeyê Giştî yê Eniya Mexmûr-Guwêrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand ku îro Şemiyê (10.11.2018) li nêzîk Memxmûrê li quntara Çiyayê Qerecoxê ji sibê heya nîvro, balafirên Hevpeymaniya Navdewletî 9 caran bingehên DAIŞê bombebaran kirin, tê texmînkirin 35 çekdarîn DAÎŞê hatibin kuştin.

 

Sîrwan Barzanî got wiha got: “DAIŞê gelek bingeh û tunêl li Qereçûx hene balafirên Hevpeymaniyê ew bingeh û tunêl bombebaran kirin. Gelek ziyanên maddî gihîştin DAIŞê û çendîn kuştî û birîndarên wê rêxistinê jî hene.”

 

Ji aliyê din ve Fermandeyê Operasyonên Neynewa Lîwa Necim Cibûrî jî ji Rûdawê re ragihand ku di encama operasyonên îro d e12 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

 

Necim Cibûrî daiyar kir ku car carna çedarên DAIŞê li Neynewa, Selahadîn û Enbarê êrişî gunda dikin û got: “DAIŞê bo Mûsil û bajarên din nabe metirsî. Ew hêza wan nîne heremekê dagir bikin.”

 

Cibûrî da zanîn ku piştî êrişên li Sûriyê û Enbarê çekdarên DAIŞê zêdeyî 20 caran hewl daye bi dizî derbasî nav Iraqê bibin, lê ew hewldanan wan hatine şikandin.

 

Derbarê hevkariya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de jî Cibûr wiha axifî: “Pêşmerge perçeyek ji sistema berevaniya Iraqê ye, berdewamî hevkariya me ligel ligel wezî û Serfermandariya Pêşmerge heye.”

 

Yek ji fermandeyên Hêzên Pêşmerge Serheng Ehmed Sedîq jî da zanîn ku îro derdora seat 08.05ê balafirên Hevpeymaniya Navdewletî hinek bingehên DAIŞê bombebaran kirin.

 

Tê gotin ku hêj li Iraqê derdora 4 hezar çekdarê DAIŞê hene û ji wan 300 çekdar li herêma Mexmûrê ne. 

 

Serfermandarê Hêzên Pêşmerge Cemal Eminkî jî got: “Piştî bûyerên 16ê Cotmehê hêzên Iraqî û Heşda Şeibî ku derbasî herêmên wek Xaneqîn, Kerkûk, Mexmûr û Şingalê bûn ligel wan hevkariya me nema. Li cihên navbirî valahiya ewlehiyê çebû û hêzên iraqî ew valahî nedagirtin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst