Pêvajoya aştiyê dê bi çi şêwazî bidome?

10-11-2015
Mahîr Yûksel
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diaxaftineke xwe de amaje kiribû ku êdî pêvajoya çareseriyê bi derfetên heyî denameşe û eger navek ji pêvajoyê re lazim be jî pêvajoyê dê “Projeya Biratî û Yekîtiyê ya Netewî” be. Çavdêrên siyasî û siyasetmedarên kurd jî nêrîna xwe di derbarê vê guhertinê de anîn ziman.

Pêvajoya Çareseriyê ku di sala 2013ê de bi hevdîtinên Rêberê PKKê Abdullah Oacalan re hatibû despêkirin beriya hiilbijartinên 1ê Mijdarê hatibû qutkirin. Pêvajo niha bi daxuyaniyên Erdogan ber bi rêbazeke din ve diçe.

Siyasetmedarên Bakûrê Kurdistanê jî di derbarê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê de amaje dikin ku pêwîst e hemu aliyên Kurdistanî di pêvajoyê de cîh bigirin.

Çavdêrên siyasî jî di wê baweriyê de ne ku eger çek ji holê rabin dê nave wê çibe bila bibe dê pêvajoyeke erênîtir bimeşe.

Pisporê siyasetê Saîd Alan ji Rûdawê re derbarê mijarê navborî de wiha got:

“Her çiqas Serokomar bêje êdî muxatabê wan xelk e ev nayê wê wateyê ku siyasetmedar nakevin nava pêvajoyê. Nunerên xelkê di parlementoyê de ne û dê pêvajo di bin banê parlementoyê de bimeşe. Ji ber ku HDP jî di parlementoyê de ye dê HDP jî din ava pêvajoyê de cîh bigire.”

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan cara yekem di 28ê Berfenbar a 2012ê de di bernameyeke televîzyonê de dabû zanîn ku bi Rêberê PKKê Abdullah Oacalan re hevdîtin tên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst