Koma Xebatê ya Vata dixwaze Zazakî bike zaravekî standard ê kurdî
Dêrsim (Rûdaw) – Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, Koma Xebatê ya Vata ev 18 sal in hewl dide zaravê Zazakî bike zaravekî strand ê kurdî.
Li Herêma Kurdistanê zimanê Tirkmanî jî bû yek ji zimanê fermî. Lê Kurdî hîn jî li Bakur û Tirkiyeyê ne bûye zimanê perwerdeyê ne jî bûye zimanê fermî. Koma Xebatê ya Vata ji bo zaravê Zazakî ji helandin û pişaftinê rizgar bike bi salan e hewl dide bi xebat û lêkolînan vî zaravî standart bike.
Piştî ku li Bakur û Tirkiyeyê qedexe li ser Kurdî rabû, Koma Xebatê ya Vate jî navenda xebatên xwe yên ku li derveyî welat dabûn destpêkirin ji Stockholmê veguhestin Stenbolê.
Koma Xebatê ya Vate salane du caran li bajarekî Bakur komcivînan li dar dixe. Komê 26emîn civîna xwe ya ku 4 rojan berdewam kir jî li Dêrsîmê saz kir. 20 zimannasên ku di vê komcivînê de amade bûn her yek ji devereke kirmanckîaxêv bûn. Di warê berhevkirina peyvan, amadekirina ferhengan, rastnivîs, rênivîs û bi giştî standartkirina Zazakî de biryar didin û di Kovara Vate de van xebatan diweşînin.
Digel ku Weşanxaneya Vate heta niha 56 lêkolîn û pirtûkên Kirmanckî weşandibe jî lê hê jî ev zaravayê Kurdî di bin metirsiya wendabûnê de ye.
Digel metirsiya li ser Kurdî xebat û berhemên salên dawî hêviyên ronî dibexşîne.