11 endamên ENKSê tevlî hevpeymaniya opozîsyonê bûn

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê endamtiya 11 nûnerên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) qebûl kir.

Hevpeymaniya opozîsyonê, ji bo helwesta xwe derbarê kongreya Cenêv2, endamtiya nûnerên ENKSê û hikûmeta demî ya opozîsyonê de zelal bike, duh li bajarê Stenbolê bi tevlîbûna 88 endaman civiya.

Li gor nûçeya malpera Elaph a erebî, di civîna duh de tenê biryar li ser qebûlkirina her 11 nûnerên ENKSê di hevpeymaniyê de hat dayîn.

Bi vê yekê jî, hejmara Kurdan di nava desteya giştî ya hevpeymaniya opozîsyonê de ku 114 endamin, bû 15 endam.

Di nava her 11 endamên Kurd ku li gor rêketina di navbera ENKSê û hevpeymaniya opozîsyonê de tevlî hevpeymaniyê bûne, yek jê wê bibe cîgirê serokê Hevpeymaniyê û 2yê din jî wê tevlî desteya siyasî bibin.

ENKSê di civînên xwe yên di 21 û 22yê cotmehê li bajarê Qamişlo de her 11 nûnerên xwe hilbijartin ji bo ku tevlî hevpeymaniya opozîsyonê bibin.

Ji bo posta cîgirê serokê hevpeymaniyê Ebdilhekîm Beşar û ji bo desteya siyasî jî her yek ji Îbrahîm Biro û Ebdilhemîd Hec Derwîş hatibûn hilbijartin.

Serokê hevpeymaniya opozîsyonê Ehmed el-Cerba di destpêka civîna desteya giştî ya hevpeymaniyê de pêşwaziya her 11 nûnerên ENKSê kir.