HEZEX - 2 zarokên winda hatin dîtin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hezex Windabûn Zarok Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 2 zarokên ku li navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê winda bûbûn, hatin dîtin.

Roja duşemê li gundê Delavê Qesrê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê, Enes Duzgunê 15 salî û Enes Aruzê 14 salî ku li Kursa Quranê ya Şêx Ehmedê Xanî dixwend winda bûbûn.

Malbatan aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kiribûn.

Hêzên ewlehiyê ji wê rojê ve ji bo dîtina her du zarokan li navçeyê dest bi lêgerînê kiribû.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniyekê de ragihand ku her du zarok bi silametî hatine dîtin.

Piştî dîtina her du zarokan Rêveberiya Ewlehiyê ya Hezexê bangî malbatên zarokan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst