Alî Yerlîkaya: Li perava Gola Wanê desmala Rojînê hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya diyar kir ku li perava Gola Wanê desmala Rojîn Kabaîşê hatiye dîtin.

Li parêzgeha Wanê xebatên lêgerîna keça winda ya bi navê Rojîn Kabaîşê berdewam dikin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser rewşa dawî ya Rojîn Kabaîşê daxuyaniyek belav kir.

Yerlîkaya ragihand ku li perava Gola Wanê desmalek hatiye dîtin û ji aliyê malbata Rojînê ve hatiye piştrastkirin ku desmala Rojînê ye.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya serpoş 150 metre dûrî taxa Bardakçi-Giraşenê yê li perava Gola Wanê hatiye dîtin û piştî lêkolînê ji aliyê tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ve tê parastin.

Çi bûbû?

Rojîn Kabaîşa xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê 27ê Îlonê ji hevalên xwe re gotibû ku dê here perava golê û keviran kom bike.

Lê ji wê demê ve winda ye û ti xeber jê nînin.

Ji ber ku telefona wê û berguhkê wê li perava Gola Wanê hatibûn dîtin tîm bi dron û kamerayên termal hem li perava golê û hem jî li nava golê lêgerînê dikin.