Baroya Amedê: Divê 'Tirkbûn' ji Destûrê were derxistin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Baroya Amedê Pirsa Kurd Çareserî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê ji bo çareserkirina meseleya Kurdan xwest ku têgeha “Tirkbûnê” ya Destûra Bingehîn bê derxistin.

Baroya Amedê têkildarî pirsgirêka Kurd rapora çareseriyê di di bin navê “Li Tirkiyeyê di çarçoveya meseleya Kurd de ji bo aştiya civakî pêwîstiyên hiqûqî û pêşniyar” belav kir.

Baroya Amedê îro di civîneke rojnamegerî de rapora ku ji 60 rûpelan pêk tê û behsa pêşniyarên hiqûqî yên ji bo çareserkirina pirgirêkên maf û azadiyê yên Kurdan dike ragihand.

Serokê Baroya Amdê Nahît Eren li ser raporê axivî û sernavên sereke yên raporê eşkere kirin.

Di raporê de, derbarê girtina partiyên siyasî, qeyûm, perwerdeya bi zimanê dayikê, Destûra Bingehîn, nasnameya pêkhateyan û gelek mijarên pêşniyar hatine kirin. 

Nahît Eren diyar kir ku piştî nermbûna rewşa  wan xwest rapora ku wan amade kiriye bi raya giştî re parve bikin.

“Sûda reformên hiqûqî dê ji bo çareseriyê hebe”

Eren tekez kir ku reformên hiqûqî dê ji bo çareseriya pirsgsirêka Kurd sûdewer bin û got:

“Mafên herî bingehîn ên Kurdan hatine sînordarkirin.

Çareserkirina pirsgirêka Kurd dê bibe qonaxek ku ne tenê Kurdan, dê teşe bide tevahiya Tirkiyeyê.

Ev çareserî tenê bi destûreke bingehîn a nû û guherînên berfireh pêkan e.” 

Di van demên dawî de ji ber govendên li ber stranên Kurdî tên gerandin, bi sûcdariyên bêbingeh gefên darazî tên xwarin, welatî tên girtin, ceza tên dayin

Her wiha polîtîkaya qeyûman, astengkirina hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî û hwd. nîşaneyên polîtîkaya înkar û redkirinê ya di pirsgirêka Kurd de ne.”

“Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka mafê mirovan e”

Eren da zanîn ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke sereke ya mafê mirovan e û got:

“Ji bo mîsogerkirina van mafên sereke, naskirina nasnameya Kurd û jîndarkirina çanda Kurdî, hewce ye di çarçoveya belgeyên mafên mirovan ên navneteweyî de sererastkirinên destûrî û qanûnî bên kirin.

Ji bo dabînkirina daxwazên wekî hemwelatiya destûrî, perwerdeya bi zimanê dayikê û xurtkirina rêveberiyên herêmî, divê standartên mafên mirovan ên navneteweyî bên pêkanîn û hemû mafên bingehîn ji hêla hiqûqî ve bên misogerkirin.

Di vê çarçoveyê de divê pergaleke hiqûqê were avakirin.” 

“Li şûna hemwelatiya Tirk, divê pênaseya ‘hemwelatiya Tirkiyeyê’ hebe”

Serokê Baroya Amdê amaje bi wê yekê kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstî bi destûreke bingehîn a nû heye û wiha pê de çû:

“Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd destûreke bingehîn a nû divê li ser bingeheke azadîxwaz û demokratîk ku hemû beşên civakê di nav xwe de bigire pêk were.

Divê piretnîsîtetiya Tirkiyeyê nas bike û ji ber vê sedemê jî beşa destpêkê balê nekişîne ser ti etnîk, ol û mezheban.

Eren destnîşan kir ku têgeha “Tirkbûnê” ya di xala ewil a Destûra Bingehîn de ne li dijî avadaniya piretnîsîtetî ye û got:

 “Divê zimanê dayikê di hemû qadên jiyanê de bên bikaranîn. Li şûna hemwelatiya Tirk, divê pênaseya ‘hemwelatiya Tirkiyeyê’ hebe.

Daraza ku di dewletên hiqûqî yên demokratîk de ji bo bicihkirina edaletê peywirdar in,  divê xweser, bêalî û xwedî pratîkeke li ser bingeha mafan be. Ev yek mecbûriyetek e.

Divê astengiyên li pêşiya serbixwebûn û bêalîtiya dadger bên rakrin, li ldijî pêvajoyên keyfî yên darazê tedbîn bên girtin û di mijara bicihkirina biryarên Dadgeha Bilind û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de tedvêr bên girtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst