HPGyê nasnameya gerîlayekê eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya gerîlayekê eşkere kir ku li herêma Botanê canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlaya bi nasnava Ezda Îsyan li herêma Botanê Kanûna Paşîn a 2024an canê xwe ji dest daye.
Ezda Îsyan xelka bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye û ew sala 2014an tevlî refên PKKyê bûye.
HPGyê derbarê Ezda Îsyanê wiha got:
“Wekî gerîlayeke YJA Starê bi îradeya xwe pêvajoyên herî zehmet ên têkoşînê bi awayekî serkeftî derbas kirin û bû şervaneke azadiyê ku hemû hevrêyên wê rêz lê girt û jê hez kir.”