Komkujiya Gara Enqereyê nayê jibîrkirin: 'Egîdek derbas bû'

Hewlêr (Rûdaw) – 9 sal di ser komkujiya li gara trênê ya Enqereyê re derbas dibin û qurbaniyên komkujiyê tên bibîranîn.

Li gara trênê ya Enqereyê 10ê Çiriya Pêşîna  2015an di mîtînga aştiyê ya HDP, KESK, DÎSK, TTB, TMMOByê de di encama êrişeke xwekujî de 104 kesan canê xwe ji dest dabû û zêdetirî 500 kesî jî birîndar bûbûn.

Kesên di komkujiya Gara Enqereyê de canê xwe ji dest dabûn, li cihê ku lê hatine qetilkirin tên bibîranîn. 

Salvegera 9a a komkujiya Gara Enqereyê ji bo bibîranîna qurbaniyan "Monumenta Qêrîna Dayikên 10ê Çiriya Pêşîn" hat vekirin.

Ji bilî malbatên qurbaniyan û kesên di komkujiyê de birîndar bûne gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî tev li bûn.

Dayik û malbatên qurbaniyên wê komkujiyê ji bo bibiranîna zarokên xwe di vekirina Monumentê de amade bûn û ew dibêjin, ti caraî êşa zarokên xwe ji bîr nakin.

“Egîdek di vir re derbas bû, gelo kesî dîtiye?”

Dayika qurbaniyekî Turkan Arpaçayê got:

“Ez her roj lê digerim lê nabînim. Ez hatim li bejinbilindê xwe bigerim, bipirsim. Gelo kesî dîtiye?

Egîdek di vir re derbas bû, çinarek derbas bû. Kesî bejin bilindê min dît? Ev li te nedihat kurê min.”

Mirovên kuştî û birîndaran dibêjin heta îro jî edalet pêk nehatiye û tawanbarên rasteqîn nehatine tesbîtkirin.

“Ne edalet bi cih hat û ne jî tiştekî din”

Bavê qurbaniyekî Yunus Delîce jî got:

“Me wiha hêvî nedikir, ne dadmendî bi cih hat û ne jî tiştekî din. Edalet pêk nehat.

Her dadgeha ku ez têm û rojên 10ê Çiriya Pêşîn wekî roja yekem hest dikim.”

“9 sal in em ji bo tesbîtkirina kujerên rasteqîn tekoşînê dikin”

Hevberdevkê "Komeleya Aştiyê ya 10ê Ekîmê" Îshak Kocabiyik jî got:

“9 sal in em tenê ji bo tesbîtkirina sedema komkujiyê, kesên bûne sedem û kujerên rasteqîn têkoşînê dikin.

Ev hesta me, me li ser pêyan digire, ne tiştekî din. Em wekî din nikarin li hemberî vê êşê li ber xwe bidin.

Wekî we jî me 104 hevalên xwe ji dest dan. Me hevalên xwe yên nêzîk ji dest dan.”

10ê Çiriya Pêşîn a 2015an li Enqereyê di dema lidarxistina Mîtînga Aştiyê de ku ji aliyê HDPyê û hejmarek saziyê sivîl ve hatibû organîzekirin endamên DAIŞê li ser hev du bombe teqandin û di encamê de 104 kesan canê xwe ji dest da û zêdeyî 500 kesî jî birîndar bûn.

Di encama darizandina 9 salan de 26ê Hezîrana 2024an li 10 kesan cezayê heta hetayê hatibû birîn û 16 tawanbarên ku navê wan di nav dosyeyê de ye heta niha nehatine girtin.