VÎDEO - Dîmenên Rojînê yên herî dawî derketin holê
Hewlêr (Rûdaw) – Dîmenên herî dawî yên Rojîn Kabaîşa ku li Wanê winda bûye hatin belavkirin.
Li Wanê xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Rojîn Kabaîşê berdewam dikin ku ji 27ê Îlonê û vir ve xeber jê nayê standin.
Rojîn Kabaîşa xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê 27ê Îlonê ji hewalên xwe re gotibû ku dê here peravê golê û keviran kom bike.
Lê ji wê demê ve winda ye û ti xeber jê nîne.
Kêliya derketina ji şevîmanê ya Rojîn Kabaîşê ji aliyê kameraya ewlehiyê ve hatiye qeydkirin.
Di dîmena qeydê de xuya dibe ku Rojîn Kabaîş ji tûrnîkeyê derbas dibe û derdikeve derve û her wiha di wê navberê de bi têlefonê re mijûl e.
Ji ber ku telefona wê ya mobîl û berguhkê wê li qeraxa Gola Wanê hatibûn dîtin ekîb bi drona bi kameraya termal hem li qeraxê û hem jî di golê de lêgerînê dikin.
Malbat û xizmên Rojînê jî li herêmê xebatan dişopînin û li benda xebereke xêrê ne.