ÎDIR - Polîsan bi ser DEM Partiyê de girt: Gelek kes hatin desteserkirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Îdir Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsan bi ser avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê de girt û tevî hevserokê partiyê yê bajêr çend kesên din jî hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyên yên Tirkiyeyê, li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê îro sibehê zû bi ser avahiya DEM Partiyê de girt.

Polîsên tîmên taybet, tevahiya kolan û cadeyên ku diçin avahiya DEM Partiyê dorpêç kirin.

Hat zanîn ku Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçuk û çend kesên din hatine destersekirin.

Sedema biserdegirtinê nehate zanîn û lêgerîna li avahiya partiyê jî berdewam dike.

"Ev hewldan pûç in"

DEM Partiyê jî derbarê biserdegirtinê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da û got: 

“Avahiya me ya Îdirê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û hevserokê me yê bajêr jî di nav de çend kes hatine desteserkirin.

Polîs û dadgeriya ku bûne çovên desthilatê, bi her pêngavên xwe mafê siyaseta demokratîk asteng dikin û vî karê xwe jî didomînin.

Ev hewldan pûç in. Hûn dê nikaribin bi hedefgirtin, desteserkirin û bi girtinan bikin ku tenê yek endamê me jî çokê li ber we dayne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst