Nêçîrvan Barzanî: PDK partiya kar û xebatê ye

Hewlêr (Rûdaw)- Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku PDK partiya kar û xebatê ye û her cihê PDK lê hebe ewlehî û avedanî li wir heye.

Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî bangî welatiyan kir ku deng bidin lîsteya 190 a PDKyê û wiha got:

“Welatiyên ezîz, roja 20ê Çiriya Pêşînê dengê xwe bidin wê lîstêya ku xizmeta we û Kurdistanê dike.

Dengê xwe bidin lîsteya 190 a Partiya Demokrat a Kurdistanê.

Dîrok û xebata PDKyê fedakariya wê ya ji bo gelê Kurdistanê bi hemû rêxistinên wê ve diyar û eşkere ye.

Li her devera PDK hebe ewlehî û avedanî heye, bipêşketin û geşbûn heye.

Di bin siya PDKyê de her kes parastî ye. PDK partiya kar û kiryaran e.

PDK partiya berpirsyariyetiyê ye, ne partiya gotin û dirûşmên betal e.

Hemû alî dikarin gotin û sozên bê bingeh bikin û ew hêsan in lê hemû alî wekî PDKyê ne ehlê kar û kiryaran in.

PDK mafên hemû pêkhateyên olî û neteweyî diparêze.

Tevî hemû dijwarî û rêgiriyan PDKyê gelek destkeftiyên mezin ji bo Herêma Kurdistanê bi dest xistine û erkên wê berdewam dikin.”

Herêma Kurdistanê xwe amade dike ku 20ê Çiriya Pêşîn biçe ser sindoqan.

Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ya vê carê dê bi hinek guherînan ji yên berê cudatir be.

Li 4 herêmên hilbijartinan mafê dengdanê yê 3 milyon û 789 hezar heye.