Goran ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişiya

Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Goranê diyar kir ku ew dê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û birêveberiyên xwecihî vekişin.

Wezîrê Aboriyê yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab ku endamê Tevgera Goranê bû îstifa kir.

Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Dana Ehmed Mecîd li ser vekişîna Goranê ya ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke vîdeoyî belav kir.

Dana Ehmed Mecîd di peyama xwe de diyar kir ku dê Tevgera Goranê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û birêveberiyên xwecihî vekişe.

Li gorî gotina Dana Ehmed Mecîd ev biryara wan biryareke dereng bû lê biryarek rast e.

Dana Ehmed Mecîd da zanîn ku wan di civîna îro ya Encûmena Niştimanî ya Tevgera Goranê de biryar daye ku hem ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê hem jî birêvebiriyên xwecihî vekişin.

Li gorî gotina Dana Ehmed Mecîd, biryar li ser daxwazên "welatî û alîgirên Goranê" hatiye dayîn.

Wezareta Darayî, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, Wezareta Avadenkirin Pîşesazî û Bazirganiyê pişkên Tevgera Goranê ne.

Her wiha pişka Tevgera Goranê di postê Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê de jî heye.

Parêzgariya Silêmaniyê jî di destê Tevgera Goranê de ye û Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekîr endamê Tevgera Goranê ye.

Li aliyê din, piştî daxuyaniya Dana Ehmed Mecîd, Bepirsê Ofîsa Rojnamegeriyê yê Wezareta Aboriyê ya Herêma Kurdistanê Rêbaz Ebas peyamek belav kir û ragihand ku Awat Şêx Cenab dest ji kar kişandiye.