Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm: Divê pirsgirêk li gorî destûrê werin çareserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, û Serokê Tevgera Hikmetê ya Neteweyî ya Îraqê Seyîd Emar Hekîm li Hewlêrê civiyan.

Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm da zanîn ku “Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li gorî destûrê werin çareserkirin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê da diyar kir ku di hevdîtinê de mijarên wekî “rûdanên dawiyê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr-Baxdayê û çareserkirina pirsgirêkên wan” hatine nirxandin.

Her du aliyan destnîşan kir ku divê guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê bidomîn, herwiha pirsgirêk li gorî destûrê û bi rêya lihevkirina siyasî werin çareserkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê û Seyîd Emar Hekîm amaje pê kir ku “Ji bo aramiya Îraqê divê hemû alî hevkariyê bikin.”

Li aliyê din, rûdanên dawiyê yên li herêmê jî divê hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.