5 kes bi guleyên leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî bajarokê Mebrûkeyê yê li rojavayê navçeya Serê Kaniyê cendirmeyên Tirkiyeyê welatiyên Sûriyeyê gulebaran kirin.

Di encama vê gulebaranê de 2 kes birîndar bûn, cendirmeyan 8 kes jî girtin.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, dema van kesan dixwest derbasî aliyê din ê sînor bibin cendirmeyên Tirkiyeyê ew gulebaran kirine.

Herwiha cendirmeyên Tirkiyeyê li bajarokê Silqînê yê li rojavayê Îdlibê jî henek kesên ku dixwest sînor derbas bikin dan ber guleyan.

Li vê derê jî 3 kes birîndar bûn û cendirmeyan 16 kes girtin.

Li gor heman çavkaniyan, Tirkiyeyê di heman rojê de 650 koçber dersînorî Sûriyeyê kirine.

Li aliyê din, Tirkiyeyê ji destpêka ve mehê ve 3 hezar û 800 koçberên Sûriyeyî dersînor kirine.