Foruma MERIyê bi sponsoriya Rûdawê tê lidarxistin

10-10-2023
Nîşan MERI Tora Medyayî ya Rûdawê Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI) bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, li Hewlêrê bi rê ve diçe.

Gelek nivîskar, lêkolîner, siyasetmedar, çalakvan û rojnamegerên ji Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî MERIyê dibin.

Tê çaverêkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî forumê bibe û axaftinekê pêşkêş bike.

Foruma MERIyê ya ku îro dest pê kir dê sibe bi dawî bibe.

Di forumê de gelek mijarên girîng tên nirxandin û gotûbêjkirin.

Forum dê babetên wekî “Îraq ji bo her kesî”, “Îraq û cîranên wê”, Di hevkêşeya herêmî û cîhanî de Îraq û Herêma Kurdistanê” û “Hevkariya Navneteweyî ji bo avakirina dewletê li Îraqê” bîne rojevê.

Di du rojên Foruma MERIyê de dê 14 panel werin lidarxistin. Dê forum saet 09:00an dest pê bike û saet 19:00an xelas bibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed, Wezîrê Veguhastin û Ragihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ji Herêma Kurdistanê başdarî forumê dibin.

Serokê Tevgera Hikmetê ya Îraq Emar Hekîm, Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer, Şewirmandên Serokwezîrê Îraqê Zeydan Xelef û Felah Amirî, Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Îraqê Qasim Eracî û Parêzgarê Nînowayê Necim Cibûrî jî ji Îraqê beşdarî MERIyê dibin.

Balyoza Almanyayê ya Îraqê Christiana Homann, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen, Balyozê Holendayê yê Îraqê Hans Sandee, Alîkarê Serokê UNAMIyê Claudio Cordone hinek ji beşdarên forumê ne.

Herwiha dê ji qada navdewletî jî nêzîkî 60 kesî beşdarî forumê (korbend) bibin.

“Li Şingalê nakokiyên navdewletî hene”

Parêzgarê Nînowayê Necim Cibûrî di panela ewil de axivî û got, “Rewşa Şingalê taybet e, li Şingalê nakokiyên navdewletî hene.”

Li gorî Necim Cibûrî, Şingal ji ber van nakokiyên navdewletî dibe armanca êrişan.

Cibûrî da zanîn ku “Li Mûsilê hemû saziyên rêvebirinê, ji aliyê DAIŞê ve hatibûn wêrankirin.”

Cibûrî herwiha bal kişand ser pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê û pê de çû:

“Ku pêwendiyên me û Herêma Kurdistanê ne baş bin, rewşa me ya ewlehiyê baş nabe.”

Serokê berê yê SOMOyê Felah Amiriyê ku niha şewirmandê Serokwezîrê Îraqê ye li ser bazirganiya Îraqê ya petrolê da zanîn, “Îraq rojane 4 milyon û 320 hezar warîl petrol difiroşe.”

"Civaka me dixwaze kurên wan çêbibin"

Li aliyê din, Seroka Komîsyona Mafên Mirovan a Kurdistanê Muna Yaqoyê amaje bi rewşa jinan a li Îraq û Herêma Kurdistanê kir û ragihand:

“Ji ber ku di destûrê de kota heye min wekî jinekê mafên xwe bi dest nexistine, kota xeletiyeke mezin e.”

Muna Yaqoyê behsa pederşahiya civakê jî kir û got, “Civaka me hîn jî dixwaze kurên wan çêbibin, ne keç.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst