ROJAVAYÊ KURDISTANÊ - Nasnameya 29 qurbaniyên endamên Asayişê hat eşkerekirin

10-10-2023
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku di encama êrişên Tirkiyeyê de 45 kesan canê xwe ji dest daye û 11 ji wan sivîl in.

Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê nasnameyên 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê eşkere kirin.

Wan 29 endamên asayiyê 9ê Çiriya Pêşîn li herêma Koçeratê ya Dêrikê di bombebarana balafirên Tirkiyê de canê xwe ji dest dabû.

Sibê ji bo 25 qurbaniyan li bajarên Dêrik, Qamişlo, Kobanî û Hesekê merasîmên oxirkirinê tên lidarxistin.

Cenazeyên 10 qurbaniyên ji navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik û Til Koçerê dê li goristanên Til Koçer û Dêrikê bên veşartin..

Navên 10 qurbaniyan wiha ne:

Ednan Ebdî Yûsif, Silêman Bozan Enter, Xwînrêj Zekî Temê, Mûaz Mihemed Eta, Ehmed Qemer El Xidir, Mihemed Salim El Eswed, Ebdulezîz El Osman Elî, Yezen Xidir El Keço, Mihemed Mela Ehmed Xalid, Ebdulwahid Mihemed El Ehmed.

Li Qamişlo jî dê 7 qurbanî bên veşartin û navê wan wiha ne:

Ehmed Xalid El Elî, Salih El Dendûş, Bessam El Hisên, Alan Nazim, Mehmûd El Wero, Feyad El Hedmûl, Mihemed Şemdîn.

Li Hesekê jî dê cenazeyên Lorans Suhêl Ebdî, Menaf Siûd Semîr, Salih Ebdulxefûr Yûsif, Îskender Hiso, Ezîz Elî Ebdo, Ebdullah Hesen Ilêwî  li Goristana Şehîd Dijwar û Goristana Şehîdan a Til Hemîsê bi axê bêne spartin.

Li bajarê Kobanî jî cenazeyên Orhan Miho û Elî Osman bi merasîmekê bên oxirkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir