20 Ciwanên Kobanî ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Ev heyameke 20 ciwanên Kobanî ji aliyê Heşda Şeibî ve li Til Kêfa Mûsilê girtî ne û niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Nêzîkî 50 rojan in 20 ciwanên Kobanî dema ku ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Iraqê dibûn ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Ferhad Bayrem, pismamê yek ji wan ciwanan bi navê Ebdulla Nebo Bayrem ji Rûdawê re got, pismamê wî û 19 kesên din roja 23ê Tebaxê dema ku ji Rojavayê Kurdistanê li nêzîkî bajarokê Rebîe derbasî Iraqê bûne û xwestine xwe bigihînin Herêma Kurdistanê, ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine girtin.

Ferhad Bayrem got, berî nêzîkî mehekî çekdarekî Şingalî yê Heşda Şeibî bi wan re axivî ye û jêre gotine ku pismamê wî li Til Kêfê girtî ye.

Bi gotina Ferhad Bayrem eger heye girtiyên Kobanî bo Bexdayê hatibin şandin.

Ferhad Bayrem herwiha daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistan û nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Herêma Kurdistanê kir ku derbarê diyarkirina çarenivîsa girtiyan de tiştekê bikin.

Ebdula Bayrem ji gundê Sêv Elî yê Rojavayê Kobanî ye.