Li Efrînê Feyleq el-Şam 7 welatî girtin

10-10-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojava Feyleq el-Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şêrawa ya Efrînê, çekdarên grûpa Feyleq el-Şam 7 welatî bi tohmeta “peywendiya li gel Rêveberiya Xweser” girtin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, çekdarên grûpa Feyleq el-Şam ew 7 kes li gundê Burc Heyder ê ser bi navçeya Şêrawa ya Efrînê ve girtine.

Heman çavkaniyan diyar kirine, ew welatî bi tohmeta “peywemndiya li gel Rêveberiya Xweser” ji aliyê çekdarên grûpa Feyleq el-Şam a nêzîkî Istixbarata Tirkiye ve hatine girtin.

Roja 3ê Cotmehê jî, çekdarên grûpa Emşat welatiyek ji gundê Kaxrê yê ser bi navçeya Mabata ya Efrînê ve girtibûn, û piştî wergirtina 100 dolaran ji kesûkarên wî ew azad kiribûn.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê heta Adara sala 2018an jî beşek bû ji Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û ji aliyê Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê ve dihat birêvebirin, lê piştre di êrîşeke Tirkiyê de kontrola wê herêmê ji dest hêzên Kurdî derket.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst