Li Minbicê operasyoneke ewlehî ya hevbeş hate encamdan

10-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Encûmena Leşkerî û Hêzên Ewlehiya Navxwe li Minbic operasyoneke ewlehî ya hevbeş encam dan.

Di nûtirîn zanyarî de ku, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine belavkirin, hêzên Encûmena Leşkerî û Hêzên Ewlehiya Navxwe li Minbic û gundewarê wî bajarî, operasyoneke ewlehî ya hevbeş encam da.

Piştî wegirtina zanyariyan, ji aliyê wan hêzan ve, li ser hebûna şaneyeke çekdar li gundê On Dadatê ser bi Minbic, ew operasyona hevbeş li wî gundî hate encamdan.

Li gorî zanyariyên Rêveberiya Xweser, di dema operasyonê de, grûpeke çekdar bi piştgiriya çekdarên navçeya bi navê “Mertala Ferat” ên ser bi Tirkiyê, ketin şer û pevçûnê ligel hêzên Encûmena Leşkerî û Hêzên Ewlehiya Navxwe ku operasyon endam dabû.

Heman zanyarî diyar dikin ku, di encama wê operasyonê de, 15 çekdar ji wê şaneyê hatine girtin û 2 ji wan birîndar bûne.

Hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbic, ku ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê ne û Hêzên Ewlehiya Navxwe tekez dikin ku ew ê di operasyonên xwe de berdewam bin, ji bo bicihkirina aramî û ewlehiyê li navçeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst