Li Êlihê ciwanekî 16 salî di kanala avê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ciwanekî 16 salî ket kanala avê û di encam de xeniqî.

Îro Duşembê 10ê Cotmeha 2022ê li gundê Korikê yê ser bi navenda parêzgeha Êlihê ve ciwanekî pola 10emîn ku 16 salî bû dema li kiraxa kenala avê dimeşiya ket xwarê.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên rizgarkirina ji bin avê yên girêdayî Şaredariya Êlihê û tîmên AFADê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, piştî demekê termê wî ciwanî ji kanala avê hatiye derxistin û termê wî bo morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Êlihê hatiye veguhestin.