Şandek ji Bexdayê bo pêkanîna hikûmeta nû gihîşt Hewlêrê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û şandek li ser navê Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê îro bi serdanekê gihîştin Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê û bi Serok Mesûd Barzanî re civiyan.
Berdevkê Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê, Elî Dîfaî îro Duşembê 10ê Cotmeha 2022an ji Rûdawê re ragihand, “Îro şandeke Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê serdana Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê dike û bi Mesûd Barzanî re dicivin.”
Elî Dîfaî got, armanca serdana wê şandê “gotûbêjkirina hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ye”.
Bi gotina Berdevkê Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê, ew şand ji Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, Mihemed Şiyah Sûdanî berbijêrê Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê bo posta serokwezîrtiyê û Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz pêk hatiye.
Seroka Fraksyona PDKê li parlamentoya Iraqê, Viyan Sebrî jî îro derbarê serdana wê şandê de ji Rûdawê re got, biryar bû wê şandê heftiya bihorî serdana Hewlêrê bikirba û bi serok Mesûd Barzanî re civiyaban.
Endamê Fraksyona PDKê li parlamentoya Iraqê, Şiwan Mihemed jî ji Rûdawê re diyar kir, “ev serdan piştî civîna îro ya parlamentoya Iraqê tê lidarxistin”.
Şiwan Mihemed got, di serdanê de mijarên wek hilbiajrtina serokkomar û hin mijarên girêdayî Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê dê bêne gotûbêjkirin.
Li ser posta serokkomariya Iraqê, Kurd û bi taybet PDK û YNK bi hev re nakok in û her yekî ji wan berbijarek diyar kiriye. YNKê Berhem Salih û PDKê Rêber Ehmed bo wê postê berbijêr kirine.
Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê hewl dide her du partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê di demeke zû de li ser posta serokkomariyê bigihin rêkeftinê, ku dibe pêngaveke yekemîn bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûemta Iraqê.
Roja 24ê Îlona 2022an, Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê di navbera Hevpeymaniya Çarçoveya hevahengiyê, YNK, PDK, Hevpeymaniya Serwerî, Ezm û Babîlonê de hatibû îmzekirin.