Parêzgariya Colemêrgê: Parlamenteran xwe avêtine erdê

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Colemêrg a Bakurê Kurdistanê li ser HDP, DBP û KCDê ya meşa ji bo Ocalan ku di encama mudaxeleya polîsan de lingê parlamenterê HDPê yê Îdirê Habîp Eksîk şikest, daxuyaniyek da û got, “Parlamenterên di komê de ji bo ku têgihîştineke şaş nîşan bidin ku hêzên me li wan xistine û hêzeke zêde hatiye bikaranîn di dema pevçûnê de xwe avêtine erdê.”

Parêzgariya Colemêrg îro Duşemê têkildarî "Meşa Azadiyê" ya ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê HDPê ve hat lidarxistin daxuyanî da.

Duh ji bo 24mîn salvegera derxistina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Sûriyê, HDP, DBP û KCDê li hin bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên wek, Wan, Gever, Amed û Riha, Enqere û Stenbolê meş û xwepêşandan lidarxistin ku ew çalakî rastî destwerdanên polîsan hatin û bi dehan kes ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku Parlamenterê HDPê yê Îdirê Habîp Eksîk di dema meşê de ji bo ku bide xuyakirin ku "polîsan li wî xistiye û hêza zêde hatiye bikaranîn" xwe avêtiye erdê.

Parêzgariya Colemêrg got, “Parlamenterên di komê de ji bo ku têgihîştineke şaş nîşan bidin ku hêzên me li wan xistine û hêzeke zêde hatiye bikaranîn di dema pevçûnê de xwe avêtine erdê. Piştre, dîmenên birîndariyê bi rêya medyaya civakî parve kirin. Xebatên qanûnî yên pêwîst derbarê kesên ku beşdarî vê çalakiya neqanûnî bûne berdewam dikin.”

Navenda Giştî ya HDPê jî têkildarî mudaxeleya polîsan daxuyanî da û anî ziman, “Îro li Geverê hêzên ewlehiyê bi tundûtûjiyeke giran rê li ber pêkanîna mafên demokratîk ên girtin û li parlamenterên me xistin. Parlamenterê me yê Îdirê Habîp Eksîk, di encama tundûtûjiya hêzên ewlehiyê bi giranî birîndar bû, ling û pozê wî şikestin. Ev êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê me Habîp Eksîk li gelê Kurd ê ku dengê xwe dane wî hatiye kirin.”

Sancar: Ev êrîş li ser siyaseta demokratîk hat kirin

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthar Sancar jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, “Parlamenterê me yê Îdirê Habîp Eksîk îro li navenda Geverê ji aliyê polîsan ve bi awayekî hovane hat derbkirin û lingê wî şikest. Ev êrîş li ser siyaseta demokratîk hate kirin. Em ê li hemberî zilm û tundûtûjiyê serî netewînin, em ê têkoşîna demokrasî û aştiyê berfirehtir bikin.”