Qubad Talebanî: YNK hewl dide posta serokkomariyê werbigire

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand: “Hilbijartin proseyeke demokratîk e û heke em bi tîn û germî beşdarî wê bibin, em wiha beşdarî bihêzkirina welatê xwe û proseyeke siyasî dibin. Divê nûnertiyeke bihêz a Kurdan li Bexdayê hebe" û tekez kir ku YNK hewl dide posta serokkomariyê werbigire.

Serokê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Qubad Talebanî piştî ku li navendeke dengdanê li Silêmaniyê dengê xwe da, ragihand: “Piştî hilbijartinê hinek babetên têkildarî Herêma Kurdistanê hene ku divê alî li ser wan hevgirtî bin, ku pêwîstiya wan bi yekhelwestî û hevdengiyê heye.”

Li ser posta serokatiya komarê jî, Qubad Talebanî tekez dike ku YNK hewla bidestxistina posta serokkomariya Iraqê dide.

Qubad Talebanî derbarê hevgirtina aliyên Kurdî piştî hilbijartinê dibêje, “Her nêrîneke ku têkildarî aramiyê be, em amade ne gotûbêj bikin û gengeşeyê li ser bikin.”

Serokê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê, daxwaz ji şêniyên navçeyên cihê nakokiyê kir ku biçin deng bidin û Kurdistanîbûna wan deveran bi dengê xwe piştrast bikin û got: “Beşeke giring a pirsgirêkên gelê Kurd li Bexdayê ne. Lewra pêwîst e nûneratiyeke bihêz a Kurdan li Bexdayê hebe. Ez bi giştî bi proseyê dilxweş bûm, lê nikarim pêşbîniya encaman bikim.”

 

 

Li hemû parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê îro hilbijartina pêşdem birêve diçe ji bo hilbijartina 329 parlamenteran bo Parlamentoya Iraqê.

Li gor Komisyona Hilbijartinên Iraqê, hejmara kesên ku mafên wan ê dengdanê di hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê de heye, 24 milyon û 29 hezar û 927 dengder in; ku li heşt hezar û 273 navendên dengdanê li hemû Iraq û Herêma Kurdistanê deng didin. Ew navend ji 55 hezar û 41 wêstgehên dengdanê pêk tên. Li her wêstgehekê jî mafê dengdanê yê nêzîkî 450 dengderan heye.