Selahedîn Behaedîn: Divê nûnerên Kurd bi hev re kar bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dibêje, pêdiviya gelê Kurdistanê ji hemû gelên Iraqê zêdetir bi beşdarbûna proseya dengdanê heye û divê piştî hilbijartinê nûnerên Kurd li Bexdayê bi hev re kar bikin.

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn îro Yekşemê 10ê Cotmeha 2021ê li bajarê Silêmaniyê li navendeke dengdanê deng da û hêvî kir proseya dengdanê bi nezahet û paqij bidawî bibe.

Selahedîn Behaedîn got: “Ev dengdan bûyereke girîng û dîrokî ya gelê Iraqê bi giştî ye û bi taybetî bo gelê Kurdistanê girîngiyeke wê heye beşdarî proseyeke demokratîk û heta astekî baş aram bibe. Hêvîdar im gelên Iraqê bi rêya proseya dengdanê bikaribin guhertineke mezin di hikumraniya xwe de bikin, ji ber rewşa Iraqê û hikumraniya Iraqê heta van salên me dît piştî rûxana rejîmê, mixabin wek pêwîst nebû.”

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bibîr xist ku gelê Kurdistanê gelek talî û şêrînî dîtiye û got: “Lê tişta heye û hêvî ye, piştî vê nûnerên me li Bexdayê bi wayekî ciddî bikaribin berevanîkarekî baş bin û hemû yên hêja ne bo wî erkî, biçin wê derê.” Li ser pirsekê derbarê bêzarbûna beşekî xelkê ji çûna ser sindoqên dengdanê, Selahedîn Behaedîn got: “Şaş e ji ber bêzariyê kesek mafê xwe, nevî û zarokên xwe jî bişewitîne. Çi di warê yasayî de, çi di warê şer`î û çi di warê siyasî de, divê hemû beşdar bin. Pêdiviya gelê Kurdistanê ji hemû gelên Iraqê zêdetir bi beşdarbûnê ye.”

Derbarê qonaxa piştî hilbijartinê de jî, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê got: “Bêguman nûnerên Kurdistanê li Iraqê, divê li Bexdayê bi hev re kar bikin, tehemûla hev bikin û fam bikin ku erkekî mezin ê neteweyî li ser mile wan e û divê bi hev re kar bikin.”