Komela Dadgerî: Gilî hene

10-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komela Dadgeriyê dibêje “Binpêkarî hatine kirin û gilî hatine tomar kirin. Herwiha Yekgirtuya Îslamî li ser bireveçûna hilbijartinan ragihand, niha raporên çavdêriyê negihiştine wan.

Îro 10ê Cotmehê piştî bi dawî hatina hilbijartina giştî ya pêşwext a Iraqê, Bêstûn Heme Salih Berpirsê Nivîsîngeha Hilbijartinê û Amaran yê Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got binpêkarî hatine kirin û “me li sînorê Silêmaniyê û Hewlêrê gilî  tomar kirine.”  

Bêstûn Heme Salih amaje bi binpêkariyan kir û got :”Zêdehiya binpêkariyan propaganda bûn û li pêş binkeyên dengdanê, hevavayê dengdana taybet.”

Yekgirtûya Îslamî jî dibêje, raporên çavdêrên wan hêj negihiştine destê wan. Berpirsê Saziya Hilbijartinê yê Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê, Hêmin Eskender dibêje, “Em li benda raporên xwe ne û heta niha negihiştine ber destê me.  Ji ber wê em nikarin li ser birêveçûna hilbijartinê ti tiştekê bibêjin.”

Îro di dengdana giştî de mafê denganê yê 23 milyon û 986 hezar û 741 dengderan  li Iraqê û Herêman Kurdistanê hebû. Li gor daxuyaniyên Komîsyonê, di 24 demjimêrên bê de encamên destpêkê yên hilbijartinê tên eşkerekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst