Elî Bapîr sedema avanekirina 'lîsta hevbeş a Îslamiyan' eşkere kir

10-10-2021
RÛDAW
Nîşan Elî Bapîr Komela Dadgerî ya Kurdistanê Hilbijartinên Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê hêvîdar e ku gera bê ya Parlamentoya Iraqê ji gerên berê çalaktir û hişyartir be, bi heman çavî li hemû Iraqiyan temaşe bike û maf û azadiyên hemî aliyan li ber çav bigire. Elî Bapîr dibêje jî, “Heke îslamiyan nikaribû bi lîsteke hevpar beşdar bibin, ziyan nagihîje wan. Çimkî em dikarin paşê di Encûmena Nûneran de bi hev re bin.”

Îro yekşemê 10.10.2021, Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr li bajarê Hewlêrê beşdarî proseya dengdanê bû û di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Ez hêvîdar im ku ev prose bi awayekî şaristanî û rêkûpêk birêve here. Encama wê jî cihê razîbûna gelê Herêma Kurdistanê bi taybetî û gelê Iraqê bi giştî be.”

Elî Bapîr herwisa ragihand: “Dê ev gera bê ya Parlamentoya Iraqê ji gerên berê çalaktir û aktîvtir be. Dê bi eynî çavî li hemî Iraqiyan temaşe bike û maf û azadiyên hemî aliyan li ber çav bigire."

Di bersiva nûçegihanê Rûdawê Hadî Selîmî de, derbarê bandora avanekirina lîsteke hevbeş a aliyên îslamî di hilbijartinê de û herwisa li ser dîtina wî ji siberoja Iraqê re û têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê, Serokê Komela Dadgerî Elî Bapîr got, “Heke îslamiyan nikaribû bi lîsteke hevpar beşdar bibin, ziyan nagihîje wan. Çimkî em dikarin paşê di Encûmena Nûneran de bi hev re bin, wek di qonaxa borî de Grûpa 15. Hevpeymaniya Hêviyê (Hîwa) ji îslamî û ne-îlsamiyan ava bû, giraniyeke wê ya baş hebû. Bi kêr tê ku vê carê jî heman ezmûn bi awayekî berfirehtir were dubarekirin.”

Li dor nêrîna wî li gera bê ya Parlamentoya Iraqê, Elî Bapîr dibêje: “Bê guman qisûr û kêmasî di gera borî de hebûn, xasma ku pêkhateyekê serdestî li pêkhateyên din dikir û hinek pêkhate dihatin piştguhxistin. Şîe ku li parlamentoyê pêkhateya sereke bûn, di nav xwe de ne yek bûn. Ez hêvîdar im ku hemî aliyan îbret ji çewtiyên xwe yên dema borî wergirtibin û dev ji ezmûnên tal, çewtî, tiştên pûç û kelevajî berdin û dubare nekin.”

Derbarê mijara pêkanîna hikûmetê jî, Elî Bapîr got: “Em hêvîdar in ne nola kabîneya berê be. Her car gelek bi dûv kabîneyan xistine. Bê guman ev li ser hesabê berjewendiya xelk û cemawer e. Iraq di rewşeke awarte de derbas dibe. Ez hêvîdar im hemî siyasetvan û kesên kursiyên zêdetir tînin û xelk bêhtir palpiştiya wan dikin, bêhtir hest bi berpirsiyariyê bikin û kabîneyê zû pêk bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst