Bafil Talebanî: Em dê Kerkûkê bikin Kurdistana Mam Celal

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, li Silêmaniyê li navendeke dengdanê dengê xwe bikar anî û ragihand, YNKê dikin YNKya Mam Celal û Kerkûkê jî dikin Kurdistana Mam Celal.

Bafil Talebanî got: “Peyama min gelekî sade ye. YNKê dikin YNKya Mam Celal û bi taybetî Kerkûk, Kurdistanê jî dikin Kurdistana Mam Celal.”

Talebanî derbarê berbijêrê siberojê yê serokkomariya Iraqê yê YNKê de jî got: “Zelal e ku berbijêrê me Berhem Salîh e.” Talebanî derbarê hevpeymaniya ligel Tevgera Goran de jî axifî û got: “Nêzîkbûneke zêde heye û nêzîkbûna me baştir jî dibe.”

Endamê Polîtburoya YNKê Sadî Ehmed Pîre jî îro piştî dengdanê gotibû: “Bûye kevneşopiyek li serokayetiyan, parlamento bo Sunneyan, serokwezîrî bo Şîiyan û serokkomarî bo Kurdan e. Careke din Kurdek dibe serokomar. Di nav Kurdan de jî heta niha bo YNKê ye û ti sedemekê jî nabînim ku ne ji YNKê re be.”

Ji bo hilbijartina nûnerên Xula Pêncem a Parlamentoya Iraqê, îro Yekşemê xelk li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê ji 7ê sibê ve diçin ser sindoqên dengdanê. Di hilbijartinan de mafê 23 milyon û 986 hezar û 741 kesan ê dengdanê heye. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, pêştir ragihandibû ku encamên nefermî yên hilbijartinan piştî temambûna dengdanê bi 24 demjimêran eşkere dikin.