Komîsyona Hilbijartinan: Amûrên me yên alternatîv hene

10-10-2021
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Iraqê Komîsyona Hilbijartinan
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelay ji Rûdawê re got: “Amûrên komîsyonê yên alternatîf hene ji bo her pirsgirêkeke ku di amûrên elektronîk de derkevin. Herwiha planên me yên alternatîf hene bo her bûyereke ji nişkave. Derbarê vê de jî li hemû parêzgehan lijneyeke teknîkî hatiye avakirin.”
 
Cumane Xelay got: “Lijneyeke teknîkî heye ku ji nêzîka 100 kesan pêk hatiye û ev lijne derbarê pirsgirêkeke teknîkî ku di amûrên dengdanê de derkeve li seranserê Iraqê berdewam bi binkeyên dengdanê re di peywendiyê de ye. Eger di amûran de pirsgirêk derkeve, amûrên me yên alternatîf hene. Amûr ji ber xirap bikar anîna berpirsên binkeyan têk diçin. Her tiştekî bi vî awayî diqewime, heta bê çareserkirin lijneye teknîkî amûreke din peyda dike.”
 
Îro li çend parêzgehan di amûrên elektronîk ên dengdanê de pirsgirêk derketin û ev bû sedema nîqaşan û li çend navendan dengder ji bo dengdanê bi neçarî li bendê man heta pirsgirêk hatin çareserkirin.
 
Ji bo hilbijartina nûnerên Xula Pêncem a Parlamentoya Iraqê, îro Yekşemê xelk li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê ji 7ê sibê ve diçin ser sindoqên dengdanê. Di hilbijartinan de mafê 23 milyon û 986 hezar û 741 kesan ê dengdanê heye.
 
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, pêştir ragihandibû ku encamên nefermî yên hilbijartinan piştî temambûna dengdanê bi 24 demjimêran eşkere dikin.
 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst