Ew jina yekem Ala bo Komara Kurdistanê çê kiribû, koça dawî kir

10-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fatime Seyid Menaf Hisênî ku wek Seyidzade Fatime Ehmedîn û herwiha Dyika Ala Kurdistanê tê naskirin û di serdema Komara Kurdistanê de li ser daxwaza Qazî Mihemed yekemîn Ala Kurdistanê bi destê xwe çê kiribû, koça dawî kir.

Fatime Seyid Menaf Hisênî hevjîna Kerîm Ehmedîn, Wezîrê Post, Telegraf û Telefonê di Komara Kurdistanê de bûye, îro Şemiyê 10ê Cotmeha 2020an li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kiriye.

Seyidzade Fatime di serdema Komara Kurdistanê de yek ji jinên herç çalak ên Mihabadê bûye, ku pir nêzîkî Qazî Mihemed damezrêner û yekemîn Serokkomarê Kurdistanê bûye.

Herwiha ew jina Kurd, bo demekê jî cîranê mala Mele Mistefa Barzanî li Mihabadê di serdema Komara Kurdistanê de bûye.

 

Komara Kurdistanê di sala 1945an de û piştî bidawîhatina şerê cîhanî yê duyem li Rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin û paytexta wê bajarê Mihabadê bû û Serokomarê wê jî Qazî Mihemed bû.

Serkirdeyê mezin ê Kurd, Mele Mistefa Barzanî wê demê tevî sedan pêşmergeyên xwe li Rojhilatê Kurdistanê bicih bûbû û di dema damezrandina Komara Kurdistanê de piştgirî dabû Qazî Mihemed û wek Serfermandarê Artêşa Komara Kurdistanê hatibû diyarkirin.

Komara Kurdistanê tenê 11 meh û 25 rojan dom kir û ji ber rewşa navdewletî, rêkeftina Yekîtiya Soviyet û hikûmeta wê demê ya Îranê û bi êrîşa hêzên Îranê, hat hilweşandin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst