Rêveberiya Xweser efûya giştî derxist

10-10-2020
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Efûya Giştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê efûya giştî ji bo hemû tawanên ku berî 10ê Cotmeha 2020an hatine kirin derxist.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê îro Şemiyê 10 Cotmeha 2020an hemû tawanbarên ku berî îro sûc pêk anîne, efû kirin.

Rêveberiya Xweser biryarnameyek derxist û di nav de sûcên ku nakevin nava biryara efûyê, diyar kirin.

Li gor biryara efûya giştî ku bi îmza hevserokatiya Rêveberiya Xweser, îro, roja 10 cotmehê derçûye, cezayên binpêkirin û gunehan bi temamî tên efûkirin.

Cezayê cinayetan  ji cezayê heta hetayê dibe 20 sal zindan û cezayê zindanê ji bo nîvî tê kêmkirin.

Eger kesê cezakirî bi nexweşiyeke bêçare be, tevahiya hikûmê wî tê efûkirin.

Sûcên ku nakevin nava biryara efûyê wiha ne: “Sûcên îxanet û ajantiyê, sûcên kuştina bi hinceta namûsê, sûcên bazirganiya madeyên hişbirê, fermandar û endamên rêxistinên terorîst ên beşdarî operasyonên leşkerî û teqînan bûne û hemû sûcdarên dozên terorê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst