Du bikujên bazirganê Kurdê Êzidî li Bexdayê hatin desteserkirin

10-10-2020
RÛDAW
Nîşan Beşîr Goriya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebera Bajarokê Elqoşê, Lara Zara ragihand ku hêzên asayişê du bikujên sereke yên bazirganê Kurdê Êzidî Beşîr Goriya li Bexdayê desteser kirin.

Lara Zara Rêvebera Bajarokê Elqoşê yê qezaya Tilkêfê, ji Rûdawê re ragihand ku duh şeva Înê 9ê Cotmeha 2020an piştî kontrolên berfireh û hûrgilî asayişa navçeya karîn cihê du tawanbaran li Bexdayê diyar bikin.

Rêvebera Bajarokê Elqoşê amaje bi wê yekê kir piştî hevehengiya di nav asayiş û dadgeha lêkolînan a Neynewayê û dezgehên emnî û serbazî li Bexdayê du bikujên Beşîr Goriya hatin desteserkirin.

Êvariya roja Yekema 4ê Cotmeha 2020an Bazirganê naskiriî yê Kurdê Êzdî bi navê Beşîr Hisên Goriya li ser rêya serekî ya Şêxan – Elquş dema ku ji merasima şîna rêberê rûhanî yê Kurdên Êzidî, Babe Şêx li Şêxanê vedigeriya ji aliyê çend kesên ve hatibû kuştin.

Beşîr Goriya ê 44 salî ku bavê 4 zarokan bû li Komelgeha Rîsale akincî bû û kesekî naskirî û xuya yê navçeyê bûye.

Ew bazirganê Kurd, bi karên xwe yên xêrxwazî û bi taybet alîkariyên ji bo xelkê hejar û çalakiyên Kurdên Êzidî dihat naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst