Ji tirsa şer xelkê Kaniya Xezalan ji malên xwe derdikevin
Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê ji bilî metirsiya li ser xelkê Rojava metirsî li ser jiyana xelkê navçeya Kaniya Xezal a Rihaya Bakurê Kurdistanê jî çebûye û xelkê navçeyê êdî hêdî hêdî ji navçeyê derdikevin.
Roja Çarşemê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ser bi opozisyona Sûriyê dest bi operasyona leşkerî bo ser Rojavayê Kurdistanê kirin û îro di duyemîn roja xwe de ye.
Vê êrîşê metirsî bo ser jiyana akinciyên Rojava û herwiha Bakurê Kurdistanê çêkiriye, bi taybetî jî navçeyên ser sînor.
Akinciyeke Kaniya Xezalan dibêje: “Tirs li nav me belav bûye, divabû berê ji me re bibêjin derkevin, an jî em derbixistana.”
Akinciyên bajarokê Kaniya Xezalan, ku ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ye, ji tirsa şer û pevçûnan ji malên xwe derdikevin. Lê ti cihek nîne biçinê û heta sibehê li nav kolanan mane.
Akinciyekî din jî yê Kaniya Xezalan got: “Eger pêşwext wan em agahdar kiribana, an xaniyekî kirê bo me dabîn kiribana yan jî bidana me, wê demê me dikarî biçin wir.”
Heta niha ti amarên zelal derbarê koçberbûna xelkê Bakur û Rojavayê Kurdistanê de nînin, lê ew yek hatiye piştrastkirin ku piraniya gundên navçeyên sînor ên Rojavayê Kurdistanê hatine valakirin û xelkê wan koçber û derbider bûne.