Ji tirsa şer xelkê Kaniya Xezalan ji malên xwe derdikevin

10-10-2019
RÛDAW
Êrîşan metirsî bo ser jiyana akinciyên navçeyê çêkiriye
Êrîşan metirsî bo ser jiyana akinciyên navçeyê çêkiriye
Nîşan Çarenivîsa Rojava Kaniya Xezalan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê ji bilî metirsiya li ser xelkê Rojava metirsî li ser jiyana xelkê navçeya Kaniya Xezal a Rihaya Bakurê Kurdistanê jî çebûye û xelkê navçeyê êdî hêdî hêdî ji navçeyê derdikevin.

Roja Çarşemê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ser bi opozisyona Sûriyê dest bi operasyona leşkerî bo ‎ser Rojavayê Kurdistanê kirin û îro di duyemîn roja xwe de ye.

 Vê êrîşê metirsî bo ser jiyana akinciyên Rojava û herwiha Bakurê ‎Kurdistanê çêkiriye, bi taybetî jî navçeyên ser sînor.‎

Akinciyeke Kaniya Xezalan dibêje: “Tirs li nav me belav bûye, divabû berê ji me re bibêjin derkevin, an jî em derbixistana.”‎

Akinciyên bajarokê Kaniya Xezalan, ku ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ye, ji tirsa şer û ‎pevçûnan ji malên xwe derdikevin. Lê ti cihek nîne biçinê û heta sibehê li nav kolanan mane.‎

Akinciyekî din jî yê Kaniya Xezalan got: “Eger pêşwext wan em agahdar kiribana, an xaniyekî kirê bo me dabîn kiribana yan jî bidana me, wê ‎demê me dikarî biçin wir.”‎

Heta niha ti amarên zelal derbarê koçberbûna xelkê Bakur û Rojavayê Kurdistanê de nînin, lê ew yek ‎hatiye piştrastkirin ku piraniya gundên navçeyên sînor ên Rojavayê Kurdistanê hatine valakirin û xelkê ‎wan koçber û derbider bûne.‎

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst